YNK gavên yekgirtina Hêzên Pêşmerge erênî dinirxîne

  2023-07-05 23:10      113 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serok Bafil Celal Talebanî ligel fermandar û efserên pilebilind civiya

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, îro (05-07-2023), li Silêmaniyê, li baregeha Fermandariya Hêzên 70 ligel jimareyek ji fermandar û efserên pilebilind yên yekeyên serbazî civiya. 
Di civînê de rewşa ewlehiyê, gavên rêkxistin û pêşxistina karîna Hêzên Pêşmerge hate nirxandin û teqez li ser hewlên yekxistinê ji bo serxistina wan armancên niştimanî hate kirin. 
Serok Bafil Celal Talebanî di axavta xwe de ronahî xist ser, dawîn gav û biryarên rêkxistiniyê, pêkanîna reforman, berdewamîdan bi rahênan, xurtkirina karîna serbazî û û îstîxbarata Hêza Pêşerge û got: “Hemû hewl bi armanca rêkxistina hêzan û amadekirinêye di çarçoveya peykerbendiyekî nû de, da ku hêzekî niştimanî ya xurt ava bikin ku parêzvanê rasteqîne yê berjewendiyên niştimanî be”.
“Em gavên yekgirtina Hêzên Pêşmerge li ser bingeha yeksanî, dadperwerî û hevsengiya hêzê erenî dinirxînin. Her xwasteka li derveyî vê armancê jî red dikin; lewra pêwîste hemû fermandar û efserên Hêza Pêşmerge bi dilsoziyê erkên xwe cîbicî bikin û wek herdem di xizmeta Kurdistanê de bin”.
Serokê YNKê derbarê arîkarî û hemahengiya nêvbera hemû hêzên serbazî, ewlehî û yekxistina hewlên wan bi armanca parastina asayîş û îstîkarê de wiha axivî: “Divê hemû hêzên serbazî û ewlehiyê, hevkar û hemaheng bin. Bihevre di çarçoveya yasayên berkar de erkên xwe pêk bînin û parêzvanê jiyana xelkê bin”.
Di civînê de gotûbêj li ser parastina sînoran, bihêzkirina çeperên Hêza Pêşmerge û têkoşîna dijî terorê jî hate kirin û biryarên pêwîst derbarê wan mijaran de hate dayîn. 
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî