Parastina jiyana hemwelatiyan û îstîkrara welêt berpirsyariya hemû aliya ye

  2023-06-09 01:42      140 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî û Wezîrê Navxwe yê İraqê Ebdulemîr Şemirî hevdîtinek pêk anîn

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û Wezîrê Navxwe yê İraqê Ebdulemîr Şemirî, duhî (08-06-2023), li Silêmaniyê hevdîtinek pêk anîn. 
Di hevdîtinê de rewşa ewlehiya welêt û rêkxistina hewlan bi armanca parastina istîkrarê hate nirxandin û teqez li ser berfirehkirina hevkarî û hemahengiya nêvbera dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê û İraqê hate kirin. 
Serok Bafil Celal Talebanî, amadeyiya hemû hevkariyekiyekê ji bo hêzên nêvxwe yên İraqê nîşan da û got: “Parastina jiyana hemwelatiyan û îstîkrara Rojhilata Navîn berpirsyariya me hemûya ye. Berdewamiya hemahengiyan jî faktera bihêzbûn û gavakî giringe di têkoşîna dijî yasaşikênan û ewên aramiya welêt dixin metirsî yê”.
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî