Destwerdana hizb di karûbarên serweriya dadwerî de pêşhatekî metirsîdare û divê rêgirî lê bêkirin
2023-06-07 22:10     175 Car hatiye dîtin      Şîrove
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî û Balyoza Amerîka ya li İraqê Alina Romanowski civiyan
Serokê YNKê û Balyoza Amerîka ya li İraqê civiyan
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û Balyoza Amerîka ya li İraqê Alina Romanowski, îro (07-06-2023), li bajarê Silêmaniyê civiyan.
Herdu aliyan, gotûbêj li ser guherînên siyasî, aborî û ewlehî yên li Herêma Kurdistanê û İraqê kirin; berdewamiya diyaloga niştimanî û avaker bi armanca çareserkirina arîşeyan û parastina îstîkrara Rojhilata Navîn giranbuha nirxand in.
Serok Bafil Celal Talebanî, derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û bi taybetî pirsa hilbijartinê û serbixweyiya deshilata dadwerî de ragihand; siyaset û stratejiya YNKê li ser pirsa hilbijartinê zelale û ji destpêkê ve ligel lidarxistina hilbijartinê bûne, lê hilbijartinekî zelal û dûr ji destwerdan ê.
Serok YNKê, axavta xwe wiha domand:
“Ev jî bi zagonekî nû û komisyonekî xurt dibe, ne bi yasayekê ku derfetê ji bo hilbijartinekî rûkêş birexsîn e. Niha jî dem maye û têkarîn bi rêkevtinê ev pirsgirêk bê yekalîkirin ku ev jî xwasta praniya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ye”.
“Mixabin, serweriya deshilata dadwerî di jêr pirsyarê de ye û hizb destwerdanê di karûbarên wê de dike. Ev jî pêşhatekî metirsîdare û divê rêgirî lê werekirin”.
Peywendiyên Herêma Kurdistan û Bexdadê û hewlên erênî yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan mijarekî din yê civînê bû. Derbarê vê mijarê de Serok Bafil Celal Talebanî, got: “Karê bihevreyî ligel dostên me yên li Bexdadê û berfirehkirina hevkarî û hemahengiyê di warên cûda de faktera bihêzbûn û mayîna me ye, wek qewareyekî xurt û zêdetir pêşkêşkirina xizmetê bi gelê me”.
Serokê YNKê, aşkere kir: “Ew rewşa siyasî ya îro li Herêma Kurdistanê hatiye rojevê, sûdê nagihîne çi aliyekî; berova, me ji siyaset û hikumraniyekî tendurist dûr dixe. Eger dev ji hizra sepandin û takrewiyê neynin û bihevre bi armanca pêkanîna berjewendiyên neteweyî û niştimanî kar nekin, nikarin dawî li wê rewşê jî bînin”.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir