Hêza Dijeterorê di parastina ewlehiya Herêma Kurdistanê de rolekî giranbuha digerîn e
2023-06-05 17:09     160 Car hatiye dîtin      Şîrove
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî xelatê rêzgirtinê bexşî bi Hêza Dijeteror ê
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, îro (05-06-2023), li Silêmanî, ligel Rêveberê Giştî yê Dijeterorê û jimareyek ji fermandarên Dijeterorê civiya.
Di destpêka civînê de Rêveberê Giştî yê Dijeterorê Wehap Helebceyî, ronahî xist ser plan û stratejiya îstîxbarat û serbazî ya siberojê yê rêveberiyê ji bo parastina Herêma Kurdistanê, têkoşînad dijî terorê û hemahengiya ligel hêzên İraqê û Hevpeymaniya Nêvdewletî. Teqez li ser berdewamiya operasyon û hewlên ji bo parastina îstîkrara Rojhilata Navîn jî kir.
Paş guhgirtinê, Serok Bafil Celal Talebanî rola Hêza Dijeterorê wek yekem hêza dijeterorê li Kurdistanê û hewlên wan bi armanca rûbirûbûna terorîstan û şikestanîna bi çendîn pîlanên têkdana ewlehiya Herêma Kurdistanê giranbuha nirxand.
Serokê YNKê, got: “Hûn mînaka fermandarên dilsoz û kedkar yên Kurdistanê ne û we dîrokekî pir ji serfiraziyê tomar kiriye. Çalakiyên we bi armanca parastina îstîkrara Herêma Kurdistanê û xelkê wê yê xweşdivî, şahîdê dilsozî û fedekariyê we ye”.
“Hewlên we ligel hevpeymanên me bila bidomin, da ku Hêza Dijeterorê xurtir û bihêztir be û mertalekî saxlemtir be ji bo parastina Kurdistanê”.
Di dawiya civînê de Serok Bafil Celal Talebanî, xelata rêzgirtinê pêşkêş bi rêveberê Hêza Dijeterorê kir ku di xebatên xwe yê berdewam de qurbanî ji bo xaka Kurdistanê û serfiraziya xelkê wê daye.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir