Pirsgirêkên Herêma Kurdistanê bi gotûbêj û lihevtêgîhîştinê çareser dibin

  2023-05-23 13:51      95 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serokê YNKê û Serkonsolê Fransa yê li Herêma Kurdistanê hevdîtinek pêk anîn

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, îro (23-05-2023), li Silêmaniyê, pêşwaziya Serkonsolê Fransa yê li Herêma Kurdistanê Oliviyê Dikutînê kir. 
Di hevdîtinê de rewşa siyasî a Herêma Kurdistanê û arîşeya hilbijartinê hate nirxandin. Serokê YNKê, teqez kir ku tenê bi gotûbêj û lihevtêgîhîştinê pirsgirêkên Herêma Kurdistanê çareser dibin û got: “Pêwîste em hemû mêkanîzmeyekî guncaw û niştimanî ji bo çareserkirina arîşeyan bibîn. Baweriya me a temam bi rêkevtin û bihevreyiyê heye. Ev jî ew gava niştimaniyêye ku me ber bi aştî û îstîkrarê ve bibe”.
Pêşxistina peywendiyên nêvbera herdu aliyan û berfirehkirina hemahengiya heyî bi armanca pêkanîna berjewendiyên bilind û xizmetkirina berjewendiyên giştî, mijarekî din ya hevdîtina herdu aliyan bû ku bi hûrgilî gotûbêj li ser hate kirin. 
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî