Bihevre dikarin bi ser metirsiyên rûbirû Herêma Kurdistanê dibin zal bin

  2023-05-09 18:55      83 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîrê Hereema Kurdistanê civiyan

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, duhî (08-05-2023); di twîtekî de nivîsandiye; “Îro ligel Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî firavînxwanekî xweş û berhemdar hebû”.
“Em bihevre yekgirtîne. Di wê baweriyê de me ku em dikarin bi ser astengiyar re zalbin û bihêz bimînin beramber gelek metirsiyên ku rûbirû Herêma Kurdistanê dibin û bihevre kar bikin ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên zêdetir bi hemwelatiyan.
Duhî (08-05-2023), li Hewlêrê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kiribû. 
Malpera resmî a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nûçeyekî xwe de ragihandibû ku atmosfera civînê erênî bû ye; herdu aliyan, gotûbêj li ser pirsgirêkên darayî û îdarî yên li pêşberî hikûmetê kirine û hevra bûne ku hemû arîşê bi rêya diyalog û hevkariya hemû hêzên wezaretî yên di nêv kabîneyê de bên çareserkirin.
Herwiha, parastina tebayî û yekrîziya nêvxwe giranbuha nirxandine ku armanj jê parastina berjewendiyên niştimanî û mafên destûrî yên hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ye. 
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî