Nabe cûdahiya hizra siyasî, astengiyê li pêşiya cîbicîkirina plana pêşkêşkirina xizmetguzariyan durust bike

  2023-05-09 18:23      91 Car hatiye dîtin        Şîrove
Daxuyaniya tîma hevbeş a YNKê û Tevgera Goranê di Civata Parêzgeha Silêmanî de

Tîma hevbeş a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran ya Civata Parêzgeha Silêmaniyê, îro (09-05-2023), li Silêmanî, bi serpereştiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir civiyan.
Di civînê de gotûbêj li ser pêşxistina peywendiyên herdu aliyan li ser astê Parêzgeha Silêmanî û Herêma Kurdistanê hate kirin. Rewşa heyî û  dariştina siyaseta karê hevpar û amadekariyên ji bo qonaxa pêşerojê jî hate nirxandin. 
Herdu alî, hevra bûn ku pêwîste peywendiyên YNKê û Tevgera Goranê di hikûmetê de û di astê peywendiyên partiyi de bên xurtkirin, da ku di astê çaverêyiya xelkê de be û bikarin astengiyan nehêlin û berevaniyê li daxwazên rewa û pêwîstiyên Sîlemanî bikin. 
Derbarê zêdetir pêşkêşkirina xizmetguzariyan de rê bi tîma hevbeş hate nîşandan ku bi çi awayekî ferq û cûdakariya hizra siyasî nebe astengî li pêşiya cîbicîkirina plana pêşkêşkirina xizmetguzariyan bi hemwelatiyan û baştir xizmeta Silêmaniyê bêkirin.
YNK û Tevgera di çend rojên borî de di astên cûda cûda de civiya bûn ku armanc jê bihêztirkirina peywendî û cîbicîkirina rêkevtina nêvbera herdu aliyan e.
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî