Nabe rê bê dayîn ku çi aliyekî siyasî biryarê li ser çarenivîsa netewe û pêkhateyan bide
2023-03-30 20:50     116 Car hatiye dîtin      Şîrove
YNK dijî her hewlekî radiweste ku bixwaze giyanê tebayî û bihevrejiyanê bixe metirsîyê
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Tevgera Babilonê Reyan Kildanî kir.
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, îro (30-03-2023), li Bexdadê, pêşwazia Sekreterê Giştî yê Tevgera Babîlonê Reyan Kildanî kir.
Di hevdîtinê de berfirehkirina hemahengiyan, xurtkirina peywendiyên nêvbera aliyên siyasî û hemû netewe û pekateyan, ji bo gîhiştina bi rêkevtinekî niştimanî û pêkanîna îstîkrarê li welêt, giranbuha hate nirxand in.
Çarenivîs û nûneratiya pekhateyan li saziyên yasayî û destûrî de mijarekî din yê gotûbêjên nêvbera herdu aliyan bû. Derbarê vê mijarê de Serok Bafil Celal Talebanî, got: “YNK bi dijwarî dijî hemû hewlekî radiweste ku bixwaze giyanê tebayî û bihevrejiyanê bixe metirsîyê. Em rêzê li hemû netewe û pêkhateyan digrin û nabe rê bê dayîn ku çi aliyekî siyasî biryarê li ser çarenivîsa wan bide”.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir