Serokê YNKê bi Emar Hekîm û Hadî Amirî re civiya
2023-03-30 12:13     178 Car hatiye dîtin      Şîrove
Çareserkirina pirsgirêkan û berdewamîdan bi diyalogê giranbuha hate nirxand in
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî serdana Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm kir
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, îro (30-03-2023), li Bexdadê, serdana Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm kir.
Di destpêka hevdîtinê de Serok Bafil Celal Talebanî, jiber koça dawî Sadiq El Hekîm ku kurê Baqir El Hekîm, sersaxî li malbata El Hekîm kir.
Serokê YNKê, got: “Dostayetiya dîrokî ya nêvbera Serok Mam Celal û malbata El Hekîm xwedî temelekî saxlem û raboriya wê ya dûr û dîrêj heye, emê jî berdewamiyê pê bidin. Em piştgirî û rola we a camerane di qonaxên cûda yên têkoşîna Gelê Kurd de jibîr nakin û giranbuha dinirxînin”.
Di beşekî din hevdîtinê de gotûbêj li ser arîşeyên Herêma Kurdistan û İraqê hate kirin; çareserkirina pirsgirêkan, domandina diyalogê û lihevtêgîhiştina herdu aliyan, ji bo gihîştin bi armancên bilind, pêşkêşkirina xizmetguzariyên zêdetir bi xelkê û piştgirîkirinê li programa çaksaziyê, giring hate zanîn.
Divê pirsgirên hene di çarçoveya destûrê de bên çareserkirin
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî, îro (30-03-2023), li Bexdadê civiyan.
Di civînê de ku Biryardarê Desteya Rêveber a Polîtburoya YNKê Refet Ebdulla û endamê polîtburoyê Xalîd Şiwanî jî amade bûn; gotûbêj li ser pêşkevtin û guherînên siyasî hate kirin; çareserkirina pirsgirêkan di çarçoveya destûrê de giranbuha hate nirxand in.
Pirsgirêkên nêvbera Herêma Kurdistan û İraqê û dawîanîn bi nakokiyan mijarekî din yê civînê bû; herdu aliyan teqez li ser yekxistina hewlan kirin ji bo siberojekî bi îstîkrar û pirşingdar.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir