YNK rijde li ser armanc û stratejiya xwe a dîrokî ji bo parastina Kerkûkê

  2023-03-27 22:49      171 Car hatiye dîtin        Şîrove
Daxuyaniya nivîskî a Fraksiyona YNK a li Parlemantoya İraqê derbarê pesendkirina yasaya hilbijartinê de

Paş gotûbêjên dûr û dirêj, vê sibehê (27-03-2023), ji bo cara sêyem sererastkirina yasaya hilbijartinan ji parlemantoyê hate derbazkirin. Fraksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li ser wan xal û bendên peywendiya wan bi parêzgeha Kerkûkê re hebûn nerazî bû, lewre deng bi wan xal û bendan û tev yasayê neda. 
Derbarê hilbijartina Encumena Parêzgeha Kerkûkê de; di demekê de ku ji 2004ê ve jiber sedemên siyasî hilbijartin li wir nehatine kirin, beşdariya me di rûniştinê de ji bo wê bû ku Kerkûk ji derveyî hilbijartinan neyê hiştin. Lê, ew mercên ji bo hûrgilî kirin li ser tomara dengderên Kerkûkê hatibû danîn, şelû (nezelal) û nedadperwerin û dijî pêkhateya Kurde ku bi ev awayê xwarê ne: 
1 – Ew madeya hatiye pesendkirin heman ew made nîne ku roja berê bi razîtiya hemû pêkhateyan hate amadekirin, lê jiber lidarnexistina rûniştinê, deng li ser nehate dayîn. 
2 – Raste di zagonê de serjimêriya 1957ê wek yek ji bingeha dengderên Kerkûkê hatiye hatiye diyarkirin; lê metirsiya li ser vê bingehê ewe di madeya beriya wê de hatiye diyarkirin ku her parêzgehek bi sînorê îdarî yê niha xelekek hilbijartinê ye. Ev wê yekê digihîne ku raste serjimêriya 1957ê bingehê, lê bi sînorê niha yê Kerkûkê; bi vê jî dengderên resen yên Kerkûkê li Çemçemal, Kelar, Kifrî û Duzxurmatû ku di sala 1957ê de ser bi Kerkûkê bûn, dikevin ber metirsiya jêbirinê. Zêdekirina yekeya îdarî Sergeran di civîna serokê grûpan de û bi amadebûna Serokê Parlemantoyê, li ser xwasta YNKê hate zêdekirin.
3 – Zêdekirina birgehekê ku mafê dide bi wan kesên beriya sala 2003yê forma xwirakên wan li Kerkûkê bû ye, serjimêriya sala 57ê betal dike û mafê dengdanê dide bi erebên hatine bicîhkirin, ev birge bi bêrazîtiya Kurd bû ye. 
Ji bo raya giştî Gelê Kurdistinê zelal dikin ku em beşdarî nebûn, heta rejeya civînê temam bû, bi bê me jî cîvîn dihat kirin; çunkî hinek aliyên siyasî rêkevtibûn ku zagonê derbaz bikin, jiber vê jî me ji neçarî beşdarî kir, da ku em hewlên xwe yên dawiyê bidin di berjewendiyê Kerkûkê de. Lewre, me deng bi wan xal û bendan neda ku dijî xwastê gelê mê bûn.
Mixabin, hêzên Kurdistanî bi yekhelwestiyê serederî ligel vê mijara giring nekir. Aliyekî siyasî ji bo berjewendiyê biçûk yê partiya xwe ji bo du kursiyên kotaya krîstiyanan û dengên awareyên nêv kampên Deşta Nînowayê, saziş li ser Kerkûkê kir. 
YNK rijde li ser armanc û stratejiya dîrokî ya parastina Kerkûkê û hemû navçeyên Kurdistanî ku bi neheq hatine jêqutkirin. Emê hemû rêyên destûrî, yasayî û siyasî  bigrin ber xwe û dîrok sazişkirina li ser Kerkûkê ji bo berjewendiyên biçûk yên hizbî dê bi kirêtî tomar bike û xelkê berxwedêr yê Kerkûkê jî jibîr nakin. 
                                                            Fraksiyona YNK a li Parlemantoya İraqê
                                                                                 27ê Adarê 2023
Puknow
MMS

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî