“Yan Kurdistan yan neman”
2023-03-22 13:52     332 Car hatiye dîtin      Şîrove
Serokê YNKê: “Divê welatên cîran siyasetmedar û serkirdeyên me serbest berdin”
Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê bi beşdariya deh hezaran hatin lidarxistin.
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî bi rêya vîdyo konferansê, peyama pîrozbahiyê pêşkêşî bi sed hezaran Kurdên Bakur û yên li Dinyayê kir.
Serok Bafil Celal Talebanî wiha axivî: "Xwuşk û birayên hêja! Newroza we pîroz be. Hêvîdarim îsal bibe sala yekitiya hemû kurdan. Emê pirsgirêkên xwe bidin aliyekî û ji bo berjewendiyên gelê xwe bihevre têbikoşin."
"Em bang li hemû welatên cîran dikin ku siyasetmedar û serkirdeyên me serbest berdin û rê bidin bidin ku parêzer û doktorên xwe serdana wan bikin. Dilê me bi hemû malbatên ku di erdhejê de merîvên xwe winda kirine re ye."
“Bi piştevaniya we û hemû kesan, emê givaşê li partiyan bikin ku berjewendiyên neteweyî bixin pêşiya berjewendiyên xwe”.
“Cardin Newroz li we pîroz be”.
“Bijî Kurd û Kurdistan”.
“Yan Kurdistan yan neman."
Puknow
MMS
Babetên zêdetir