“Bi yekgirtiyiyê em dikarin mafên rewa yên Gelê Kurd bidest bixin”
2023-03-20 23:42     106 Car hatiye dîtin      Şîrove
Peyama pîrozbahiyê a Serokê YNKê ji bo sersala nû a Kurdan û Cejna Newrozê
Hevniştimaniyên xweşdivî li seranserê Kurdistanê!
Bibûneya sersala nû a Kurdan û Cejna Newrozê, jidil û can pîrozbahiyê li we dikim û hêvîdarim, hûn rojên cejnê bi dilxweşiyê biser bibin.
Hêvîdarim, Cejna Newrozê bibe hevîna xêr û xweşiyê ji bo gelê me û bibe hevînek ji bo xurtkirina giyanê xweşdivî û tebayiya nêvbera me. Em hemû bi giyanekî Kurdane û ji bo serbilindî û serfiraziya Kurdistanê kar bikin û siberojekî bi îstîkrar ji bo xelkê pêk bînin.
Ligel destpêka sala nû a Kurdan û çirîskê agirê Newrozê, em radigihînin ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) xemxwerê geşepêdana peywendiyan û berfirehkirina hemahengiyê ye ligel aliyên siyasî. Pêşwazî li her hewl û destpêşxeriyekê dikin ku di berjewendiya gelê me û xelkê berxwedêr de be. Niha û hemû demekê, em ji bo diyaloga niştimanî û avaker amade ne û eme beramber ev erkê neteweyî û dîrokî ya li ser milê me berpirsyar bin.
Baweriya me a bihêz û neguher bi yekgirtiyiyê heye, çunkî tenê bi vê rêyê em dikarin mafên rewa yên Gelê Kurd bidest bixin û siberojekî pirşingdar ava bikin.
Îro jî ku hevdeme ligel salroja rizgarkirin û serhildana Kerkûka me ya xweşdivî, jidil pîrozbahiyê li Kerkûk û Kerkûkiyên serbilind dikim û ez dilniyayiyê bi wan didim ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dê ew hêz be ku herdem ligel wan bimîne û em bi xwîna xwe Qudsa Kurdistanê diparêzin.
Dubare cejna we pîroz be û serfiraz bin.
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
Bafil Celal Talebanî
Puknow
MMS
Babetên zêdetir