Serokkomarê İraqê û nûnerên welatan destegula rêz û wefayê danîn ser mezarê Serok Mam Celal

  2023-03-20 14:31      63 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serokkomarê İraqê, balyoz û nûnerên welatan rêz û wefaya xwe ji bo Serok Mam Celal nîşan dan

Serokkomarê İraqê Dr. Letîf Cemal Reşîd, balyoz û dîplomatên 58 welatan yên li İraqê, îro (20-03-2023), li Silêmaniyê, serdana mezarê Serok Mam Celal kirin.
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, pêşwaziya Serokkomarê İraqê, balyoz û nûnerên 58 welatan kir.
Di merasîma pêşwazîkirinê de ku jimareyek ji endamên Polîtburoya YNKê jî amade bûn; Serokkomar, balyoz û nûnerên welatan destegulên rêz û wefayê danîn ser mezarê Serok Mam Celal. 
Puknow
MMS 

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî