Serok Bafil Celal Talebanî hevxemiya xwe ji bo şehîdbûna Şervan Kobanî û heşt rêhevalên wî ragihand
2023-03-18 01:47     306 Car hatiye dîtin      Şîrove
Hêzên Dijîterorê xaka pîroz a Kurdistanê ji destê terorê parast
Şehîdbûna Şervan Kobanî fermandarê Hêzên Dijîterora Rojavayê Kurdistanê û heşt hevalên wî, jidil me xemgîn kiriye.
Şehîd Şervan Kobanî û Yekîneyên dijîterorê (YAT) di têkoşîna dijî çekdarên DAIŞê de li Rojavayê Kurdistanê rolekî bi bandor gerand; xaka pîroz a Kurdistanê ji destê terorê parast û dîrokekî pir ji serwerî tomar kirin.
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) şanaziyê bi ew dîroka biriqîdar dike ku Hêza Dijîterorê (CTG) milbimilê Yekîneyên Dijîterora Rojava ji bo parastina Xaka Kurdistanê û xelkê wê yê têkoşer xebat kiriye û dastana qehremaniyê tomar kiriye.
Em sersaxî û hevxemiya xwe bi heval Mazlûm Kobanî, Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD), Yekîneyên Dijîterorê û hemû xelkê Kurdistanê bi taybetî hemniştimaniyên me yên li Rojavayê Kurdistanê dikin û hevparê ew xema mezin in.
Giyanê hevalan şad be û slav ji bo giyanê şehîdên rêya azadiyê.
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
Bafil Celal Talebanî
Puknow
MMS
Babetên zêdetir