Li Mûsilê merasîma bîranîna kîmyabarankirina Helebceyê birêve çû

  2023-03-16 16:13      92 Car hatiye dîtin        Şîrove
Li Mûsilê qurbaniyên karesata Helebceyê pênc xulek bi bedengî rawestanê hatin bibîr anîn

Li Malbenda Mûsilê a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), merasîma bîranînê ji bo 35hemîn salroja karesata Helebceyê (16-03-2023) bi beşdariya girseyî birêve çû. 
Berpirs û rêvêber, kadro û alîgirên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di 35hemîn salroja karesata Helebceyê de rêz û wefaya xwe ji bo şehîdên kîmyabarana Helebceyê nîşan dan û ji bo bîranîna qurbaniyan pênc deqîqe bi bêdengî rawestiyan. 
Di merasîmê de Berpirsê Malbenda Mûsilê yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Aras Mihemed Axa û amadevanan di demjimêra kîmyabarankirina Helebceyê de pênc xulek bi bêdengî rawestiyan û qurbaniyên kîmyabarankirina Helebceyê bibîr anîn. 
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî