Kîmyabarankirina Helebce birînekî sarêjnebûyî ya Netewa Kurd e
2023-03-15 22:15     78 Car hatiye dîtin      Şîrove
Danezana Polîtburoya YNKê ji bo bîranîna 35hemîn salroja trajediya kîmyabarankirina Helebce
Salroja karesata kîmyabarankirina Helebce û derdorê ji aliyê Rejîma Beasa herifî ve birînekî sarêjnebûyî ya dîrokiye di cesteya niştiman û netewa me de.
Jana berdewam ya mirovên vê trajediyê, Helebce kir bi nasnameya mazlûmiya netewa me ku her di wê demê de wîjdanê mirovatiyê beramber naxweşiyên bi serê gelê me de hatiye hejand.
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) çi rasterast û çi bi rêya hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ji bo sarêjkirina birînên Parêzgeha Helebceyê û gîhandina avedanî û pêşkêşkirina xizmetguzariyên bi şêniyên Helebceyê tevgeriya ye. Ji bo vê jî bi fedekariyek mezin têkoşiye û têdikoşe; YNK di wê baweriyê de ye, çi ji bo paytextê jan û xemê Şarezûrê re hatibe kirin hêj keme û nagihêje astê qurbaniyên wê, çunkî xelkê Helebceyê hêjayê zêdetir û zêdetir in.
Îsal jî ligel nêzîkbûna vê bîranînê di civîna 13 Adarê a Civata Wezîrên İraqê de projeyasaya bi parêzgehbûna Helebceyê hate pesendkirin ku em hêvîdarin di derfeta herî nêz de li Parlemantoya İraqê bi yasayekî federalî wek nozdehemîn parêzgeh bê hejmartin. Vêca, belku ev pêngav wek berpirsyariyekî manewî û îdarî, derfeta zêdetir ji bo xizmet, avadanî û qerebûkirinê veke.
Em ji herdu hikûmetên Herêma Kurdistanê û İraqa Fedaral daxwaz dikin ku di astê şanaziya wî bajarî de xizmetguzarî û avadaniya zêdetir pêşkêş bikin.
Em serê rêz û wefayê ji bo şehîdên Helebce û tev şehîdên Kurd û Kurdistanê diçemînin.
Em wefa û emekdariyê ji bo kesûkarên qurbaniyan û birîndaran dubare dikin.
Polîtburoya
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
Puknow
MMS
Babetên zêdetir