YNK xwe ji jiyan û debara xelkê berpirsyar dizane û hemû hewlekî ji bo wê armancê dide

  2023-03-15 22:30      55 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serokê YNKê û Balyozê Fransayê rewşa siyasî a Herêma Kurdistan û İraqê nirxand in

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û Balyozê Fransa yê li İraqê Êrîk Şovalyê, îro (15-03-2023), li Silêmaniyê hevdîtin pêk anîn. 
Herdu aliyan, gotûbêj li ser rewşa siyasî a Herêma Kurdistan û İraqê kirin; berdewamiya diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkên hikûmetên Herêma Kurdistanê û İraqê li ser bingea destûrê û parastina berjewendiyên giştî giranbuha nirxand in. 
Serok Bafil Celal Talebanî, ronahî xist ser nerîna YNKê li ser rewşa Herêma Kurdistanê û gavên ji bo nehiştina nakokiyan avêtiye û got: “Ji bo hemuyan aşkereye, baweriya me ya neguher bi karê bihevreyiyê ye. Jiyan û debara xelkê berpirsyariya me ye û hemû hewlekî ji bo wê armancê didin”.
Puknow
MMS  

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî