Divê enerjî di xizmeta giştî de be û dahatê wê jî ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan be

  2023-03-15 21:46      66 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serok Bafil Celal Talebanî û şêwirmendê bilind yê Serokê Amerîkayê ji bo karûbarên Rojhilata Navîn hevdîtinek pêk anîn

Di çarçoveya beşdarîya “Heftemîn Dîdara Silêmanî” de Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û wefda bilind a Amerîkiye ku şêwirmendê bilind yê Serokê Amerîkayê ji bo karûbarên Rojhilata Navîn Têrî Ollf serokatiya wê dikir, îro (15-03-2023), li Silêmaniyê, hevdîtin pêk anîn. 
Serok Bafil Celal Talebanî di axavta xwe de helwestê YNKê derbarê hemû hevkêşên siyasî, aborî û ewlehiya Herêma Kurdistan û İraqê de anî zimên û berdewamiya diyalog û hewlên erênî yên nêvbera Herêma Kurdistan û İraqê ji bo rakirina astengiyan û çareseriya bingehîn a pirsgirêkan giranbuha zanî. 
Derbarê arîşeyên siyasî û îdarî yên Herêma Kurdistanê û hewlên YNKê yên bi armanca nehiştina nakokiyan de Serokê YNKê, got: “baweriya temam a YNKê bi hemahengî û karê bihevreyiyê heye. Em dixwazin di vê çarçoveyê de pirsgirêkan çareser bikin û berbi pêşveçûna Herêma Kurdistanê û pêşkêşkirina xizmetguzariyan bi xelkê mê ve gavê biavêjin”.
Mijara enerjî û pêngavên yekgirtina hêzên Pêşmerge mijarên din yên hevdîtinê bûn. Serok Bafil Celal Talebanî, wiha axivî: “Divê enerjî di xizmeta giştî de be û dahatê wê jî ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan be bi hemwelatiyan”.
“Me ji bo yekgirtin û rêkxistina Hêza Pêşmge gavên praktîk avêtiye û armanca me hêzekî niştimanî û bihêze. Ji bo vê jî em piştevaniya Hevpeymaniya Nêvdewletî bi taybetî Amerîkayê giring dizanin”.
Puknow
MMS

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî