YNK piştgirya temam dide biryarên yasayî û destûrî yên Encumena Bilind ya Dadwerî a İraqê

  2023-03-15 19:56      56 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serokê YNKê û Serokê Encumena Bilind a Dedweriya İraqê hevdîtinek pêk anîn

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, îro (15-03-2023), li Silêmanî, pêşwaziya Serokê Encumena Bilind ya Dedwerî a İraqê Fayeq Zêdan kir. 
Di hevdîtinê de gotûbêj li ser rewşa siyasî a welêt hate kirin û parastina îstîkrar û çespandina serweriya yasayê giranbuha hate zanîn.
Serok Bafil Celal Talebanî di axavta xwe de piştgiriya temam a partiya xwe YNKê ji bo nehiştina astengiyên li pêşiya geşekirina saziyên dewletê û pêşkêşkirina xizmetguzariyên zêdetir ragihand.
Serokê YNKê, got: “Em piştgiriya temam didin bi biryarên yasayî û destûrî yên Encumena Bilind ya Dadwerî ji bo nehiştina gendelî û serweriya yasa li welêt”.
Puknow
MMS 

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî