Serokwezîrê İraqê: Çavkaniya hêz û karîna İraqê destûr e
2023-03-15 14:53     47 Car hatiye dîtin      Şîrove
Divê welatên cînar rêzê li serweriya xaka İraqê bigrin
Serokwezîrê İraqê Mihemed Şiya Sûdanî, îro di Heftemîn Dîdara Silêmanî de axavtekî pêşkêş kir û ragihand ku çavkaniya hêz û karîna İraqê destûr e.
Mihemed Şiya Sûdanî derbarê biparêzgehkirina Helebceyê de got: “Biryara biparêzgehbûna Helebceyê, tiştekî gellekî biçûke ku pêşkêş bi xelkê bajêr û qurbaniyên wê bikin”.
Serokwezîrê İraqê, da zanîn ku bêhêziya her pêkhateyekî İraqê tê wateya bêhêziya welêt; lewre, bêhêziya Herêma Kurdistanê tê wateya bêhêziya İraq ê.
Sûdanî mijara binpêkirina serweriya xaka İraqê wiha zelal kir: “Divê welatên cînar rêzê li serweriya xaka me bigrin, wekî çawa em rêzê li serweriya xaka wan digrin. Em rê nadin xaka me bibe gefek li ser cînarên me, bi heman awayî em qebûl nakin ji axa wan gef li me bê xwarin”.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir