Yekhelwestî û yekbiryariya serkirdayetiyê pêgeha YNKê li Kurdistan û İraqê bihêz kiriye

  2023-03-14 22:00      87 Car hatiye dîtin        Şîrove
Civata Serkirdayetiya YNKê bi serokatiya Bafil Celal Talebanî civiya

Civata Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), îro (14-03-2023), li Silêmanî, bi serpereştiya Serok Bafil Celal Talebanî civiya. 
Civata Serkirdayetiya YNKê di destpêka civîna xwe a asayî de bîranîna qurbaniyên karesata Helebce ku tawanekî bê wêne ya rejîma dîktator a Beasê bû dijî gelê me giranbuha nirxand û slavê xwe ji bo şehîdên wê karesatê û hemû şehîdên Kurdistanê re şand.
Civata Serkirdayetiya YNKê, pîrozbahî li xelkê berxwedêr yê Helebceyê kir bi bûneya biryara bi resmî nasandina Helebce wek 19hemîn parêzgeha İraqê û biryara hanê a Hikûmeta Nêvend giranbuha zanî ku ji bo xelkê bajêr qerebûyekî manewiye û dê palner be, da ku di hemû astan de qerebûya avadankirinê û sarêjkirina birînên Helebceyê bike. 
Di civînê de bi hûrgilî gotûbêj li ser rewşa siyasî a Herêma Kurdistan û İraqê hate kirin; bi taybetî di warê pêşveçûna YNKê ligel hêzên siyasî yên Herêma Kurdistan û Bexdadê hate kirin. 
Derbarê vê mijarê de Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, serinc kişand ser serkevtina YNKê di astê Herêma Kurdistan û İraqê de ku berhemê yekhelwestî û yekbiryariya serkirdayetiyê ye û bûye rastiyekî zelal ligel dostên YNKê li nêv û derve jî. 
Di beşekî din civînê de karûbarên rêkxistiniya organan û rêyên pêşxistina wan hate nirxand in. 
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî