Nakokî xizmeta rewşa Kurdistanê û yekrîziya niştimanî nakin

  2023-03-09 00:15      63 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serokê YNKê û Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê pêşkevtinên siyasî nirxand in

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, îro (08-03-2023), li Silêmanî, pêşwaziya Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd kir. 
Di hevdîtina nêvbera herdu aliyan de gotûbêj li ser guherînên dawî yên siyasî yên li Herêma Kurdistanê û İraqê rû dane û yekxistina nêv mala Kurd hatin nirxandin; çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê û gotûbêjên avaker giranbuha hate zanîn. 
Derbarê hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê de herdû alî hevra bûn ku hilbijartinekî paqij û zelal bê lidarxistin û pêkhênerê xwastên hemû aliyekî be. 
Serok Bafil Celal Talebanî, xemxeriya YNKê ji bo yekrîziya niştimanî û çareserkirina arîşeyan anî zimên û ragihand; nakokî xizmeta rewşa Kurdistanê nakin û pêwîste pêngavên bên avêtin bi arasteya xurtkirina tebayî û pêşkêşkirina xizmetguzariyên zêdetir be ji bo hemwelatiyan.
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî