Polîtburoya YNKê têkoşîna jinên Kurdistanê giranbuha dinirxîne
2023-03-07 22:33     67 Car hatiye dîtin      Şîrove
Peyama Polîtburoya YNKê ji bo 8ê Adarê Roja Cîhanî a Jinan
8ê Adarê Roja Cîhanî a Jinan ji bo pêk anîna mafên xwe û çespandina zêdetir yeksanî û dadperwerî ye.
Em vê bîranînê giranbuha dinirxînin ku xebatê ji bo bidestxistina mafên jinan kiriye û di çeperên rûbirûbûna dijminên azadî û mirovatiyê de bûne pêşeng.
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) wek berdewampêderê siyaset û nerîna Serok Mam Celal, herdem baweriya temam bi hatina jinan ji bo qadan û beşdariya wan a aktîf hebûye û bi kirdar kar li ser wê yasayê kiriye ku zêdetir maf û azadiyan dixe ber destê jinan.
Di vê bîranîna hêja û şikodar de em rola jinên Kurdistanê giranbuha dinirxînin û em piştgiriya xwe ji bo têkoşîn û xebata wan a rewa dubare dikin.
Polîtburoya
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)
Puknow
MMS
Babetên zêdetir