“YNK nûneratiya her çar parçeyên Kurdistanê dike”
2023-03-05 18:55     256 Car hatiye dîtin      Şîrove
Karnavala Serhildana Mezin li derbazeya Ranye bi beşdariya hezaran birêve çû
Bi amadebûna Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û hejmarek ji endamên polîtburo û serkirdayetiya YNKê û xelkê berxwedêr yê devera Ranye, bi karnavalekî şikodar li Ranyeya derbazeya serhildanê Raperîna Dîrokî a Gelê Kurd bi çalakiyên cûrbicûr birêve çû.
Di karnavalê de Serok Bafil Celal Talebanî, piştî ku serdana Monomenta Raperînê kir û destegula rêz û wefadariyê danî; gotarek pêşkêş girseya gel kir û pîrozbayî li hemû Xelkê Kurdistanê, Pêşmergeyê qehreman û kesûkarên serbilind yên şehîdan kir.
Serok Bafil wiha axivî:
“Hûn û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ji rewşa Kurdistanê nerazîne û lêborînê ji we dikim. Lê, îro, YNK xwedanê hêz û karînêye û daxwaz ji we dikim, behsa zona kesk û zona zer nekin. Çunkî, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê xwedanê hemû Kurdistanêye û nûneratiya her çar parçeyên Kurdistanê dike. Soze bi we didim, emê yekrîziya Kurd biparêzin û hemû hewlekî ji bo yekgirtina Kurdistanê bixin ger”.
“Paş heval Mam Celal û Kek Cebar Ferman û nexweşketina Kek Kosret û Hêro Xan, wek pêwîst xizmeta hemwelatiyan nehatiye kirin. Mixabin zulmekî mezin li we hatiye kirin û wek pêwîst rêz li ew xwîna we rijandiye nehatiye girtin, du sale YNK hewlê pirkirina valahiya hikûmetê dide”.
“Ji paş nexweşketina Serok Mam Celal ve, heta niha YNK biqasî niha bihêz nebû ye, lewre dilniya bin YNK nûneratiya hemû Kurdistanê dike û komelên xelkê jî xwedanê rastîn yê YNKya xwe ne”.
Serokê YNKê di dawiya gotara xwe de bang li hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê kir û got: “Bila em vê rojê bikin bi roja aştiyê, em ji vir destê aştî û tebayiyê ji bo tev hêz û aliyan dirêj dikin ku bikarin xizmeta hemwelatiyan bikin û bihevre xelk û milletê xwe aş bikin”.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir