YNK berdewamiya hemahengî û peywendiyên nêvbera hêz û aliyên siyasî giring dizan e
2023-03-02 10:54     72 Car hatiye dîtin      Şîrove
Serokê YNKê beşdarî civîna aliyên siyasî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî kir
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, duhî (01-03-2023), li ser vexwandina Serokwezîrê İraqê gîhîşt Bexdadê û beşdarî di civîna aliyên siyasî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Antonio Guterres de kir.
Di civînê de gotûbêjên avaker ji bo geşepêdana İraq û Herêma Kurdistanê hatin kirin. Serxistina hewlên niştimanî bi armanca parastina mafên hemû gelên İraqê û pêşkêşkirina xizmetguzariyên zedêtir, giranbuha hate zanîn.
Serok Bafil Celal Talebanî di axavta xwe de rola Antonio Guterres ya hemahengî û arîkariyên Neteweyên Yekgirtî ji bo İraq û Herêma Kurdistanê giranbuha nirxand û hêvî xwest berdewamiyê bi hewl û gavên xwe bidin ji bo pêşkevtina welêt.
Serokê YNKê, berdewamiya hemahengî û peywendiyên nêvbera hêz û aliyên siyasî giring zanî ku armanc jê pêşkêşkirina xizmetguzarî û îstîkrara welêt e.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir