“Werin em bihevre Ala Kurdistanê bilind bikin û wekî Serok Mam Celal hemû aliyên her çar parçeyên Kurdistanê bicivînin û yekgirtî bin”
2023-03-01 21:55     326 Car hatiye dîtin      Şîrove
Serok Bafil Celal Talebanî di Duyemîn Forûma Hewlêrê de ronahî xist ser rewşa dawî a Herêma Kurdistanê
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, îro (01-03-2023), li Hewlêre, beşdarî Duyemîn Forûma Hewlêrê kir û di panelekê de ronahî xist ser rewşa dawî a Herêma Kurdistanê.
Serok Bafil Celal Talebanî, wiha axivî:
“Biyanî ji me re dibêjin, berbi paşve neçin, em di hemû tiştekî de berbi paşve diçin. Amerîkî ji me re dibêjin, 30 sale em bi we re mijûlin, em bi westiyan”.
“Nabe em rê bidin tiştên biçûk rewşê li me têk bide; bila em bi hevre Herêma xwe aram bikin”.
“Paş hemû civînekî YNK û PDK arîşeyek tê durustkirin. YNK ji vê rewşê ne dilxweşe, çunkî ziyan bi millet digihêje; jiber vê jî daxwaz ji hemû aliyên siyasî kir ku bên peşiyê, bihevre arîşeyan çareser bikin. Li her cîhekî jî pêwîstî bi min bû, ez amade me”.
“Di şerê dijî DAIŞê de Qubad Talebanî dijî partiya xwe rawestiya û qurbanî ji bo hikûmetê da, lê niha naçe kabîneyê, kesek telefonê jê re nake, nabêje “Belê kurê min tu çima beşdarî civînê nabe”. Li Hewlêrê jî hêzê dişînin ser mala wî di demekê de ku Cîgirê Serokwezîr e”.
“Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di asta xwe yê herî baş de ye ligel hemû aliyan û peywendiyên wê yên baş ligel aliyên İraqê û welatên cîran de heye”.
“Em ne amadene li ser Kerkûkê çi destberdariyekê bikin. Me di hemû civînên xwe de li Bexdadê, behsa Pirsa Kerkûk û parastina mafên xwe kiriye”.
“Em amade ne li ser mijara pirsa neftê bi Bexdadê re lihev bikin; lê aliyek naxwaze wî karî bike”.
“Werin, bila em bihevre Ala Kurdistanê bilind bikin. Em amadene, wekî Serok Mam Celal hemû aliyên her çar parçeyên Kurdistanê bicivînin û yekgirtî bin”.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir