YNK ligel lidarxistina hilbijartinekî paqij û zelale ku mafên rasteqîne yên hemû pêkhateyan parastî be

  2023-03-01 21:11      38 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serokê YNKê ligel Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê civiya

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, îro (01-03-2023), li Hewlêrê, ligel Wezîrê Dewletê yê Brîtanya yê Karûbarên Rojhilata Navîn, Afrîqa, Başûrê Asya û Neteweyên Yekgirtî (NY) lord Tariq Ehmed kir. 
Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistane Qubad Talebanî û Cîgirê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Daban Şedele amade bûn; pêşkevtinên dawiyê yên siyasî û pirsgirêkên nêvxwe yên Herêma Kurdistanê hatin nirxandin; çareserkirina pirsgirêkên bi rêya diyalogê giranbuha hate zanîn. 
Derbarê hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê de Serokê YNKê serinc kişand ser despêşxeriya dawiyê bi armanca çareserkirina arîşeyan ji bo lidarxistina hilbijartinan û got: “Nabe çi bahaneyek ji wê zedêtir hilbijartinan paş bixe; armanca me lidarxistina hilbijartinekî paqij û zelale û parastina mafên rasteqîne yên hemû pêkhateyan e”.
Bafil Celal Talebanî peywendiyên nêvbera Herêma Kurdistanê û Bexdadê wiha anî zimên: “Yek rê ji bo bidestxistina mafê hemwelatiyan heye, ew jî peymena bingehîne li ser pirsgirêkên hilwesîmayiye ku demeke hemwelatî bigiştî baca wan nakokiyan didin”.
Di civînê de behsa proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge û gavên dawî yên wê proseyê jî hate kirin. Serok Bafil Celal Talebanî, wiha axivî: “Em hemahengiyê giranbuha dinirxînin ku hevkarê me bûn ji bo pêk anîna reforman û rêkxistina hêzên me. Me bi aliyên xwe yên peywendîdar raspardiye ku hesankariyê bikin bi armanca cîbicîkirina hemû gavên vê proseyê, da ku bibin xwediyê hêzekî xurt û moderntir”.
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî