“YNK dê li ser rêbaz û stratejiya xwe a niştimanî berdewam be”

  2023-02-26 04:37      55 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî û Serkonsolê Rûsya yê li Herêma Kurdistanê Maksîm Rubîn

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û serkonsolê nû yê Rûsyayê Maksîm Rubîn, roja Şemiyê (26-02-2023), li Silêmanî hevdîtinek pêk anîn. 
Serokê YNKê di axavta xwe de hêviya serkevtinê ji bo Serkonsolê Rûsyayê xwest û amadeyiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ji bo hemû hevkarî û hemahengiyêkî nîşan da bi armanca serkevtina karên wan.
Herdu aliyan, gotûbêj li ser rewşa siyasî a Herêma Kurdistanê û İraqê; eger û pêşkevtinên dawiyê kirin. 
Serok Bafil Celal Talebanî, ronahî xist ser rewşa Herêma Kurdistanê û hewlên YNKê yên ji bo pêk anîna jiyanekî aram û bi îstîkrarê û got: “YNK li ser rêbaz û stratejiya xwe a niştimanî ku armanc jê pêk anîna jiyenekî hêja û pêşkêşkirina xizmetguzariya zêdetire ji bo hemwelatiyan dê berdewam be û dê di xema berjewendiyên giştî û bilind de be”.
Puknow
MMS

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî