“Dijî hemû pîlangerî û metirsiyan têbikoşin”
2023-02-20 12:32     58 Car hatiye dîtin      Şîrove
Serok Bafil Celal Talebanî ligel Hêzên Operasyonê yên Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê civiya
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, duhî (19-02-2023), li baregea fermandarî li Silêmanî ligel Hêzên Oeparsyonê yên Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê civiya û ji aliyê berpirsê wê hêzê Serxêl Kemal ve pêşwazî lê hate kirin.
Serok Bafil Celal Talebanî bi hûrgilî ji zanyariyên derbarê perwerde, hînkarî û cîbicîkirina erkên wê hêzê de hate haydarkirin û di vê çarçoveyê de rol û çalakiyên Dezgeha Asayîş û Hêzên Operasonê ku armanca wan parastina îstîkrara Herêma Kurdistanê û jiyana hemwelatiyane giranbuha nirxand.
Serokê YNKê derbarê erk û hewlên ji bo parastina asayîş û serweriya yasa de got: “Dijî hemû pîlangerî û metirsiyan têbikoşin ku jiyana xelkê me dixin jêr metirsiyê û pêkanîna aramiyê ji bo hemwelatiyan erkê we ye. Yasaşikênan radestî dadgehê bikin û bi tûndî dijî hemû cûrên têkdanê derkevin; emê jî piştevaniya we bikin”.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir