Encamên hewlên YNKê yên ji bo parastina jiyana xelkee erênî bû ne

  2023-02-14 18:02      34 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serokê YNKê û Serokê Desteya Heşdî Şeibî civiyan

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û Serokê Desteya Heşdî Şeibî Felah Feyaz, duhî (13-02-2023), li Bexdadê civiyan.
Di civînê de gotûbêj li ser rewşa siyasî û ewlehî a welêt hate kirin û berdewamiya hemahengî û piştgiriyê ji bo serxistina karnameya hikûmetê û arîkariya zêdetir bi hêzên ewleiyê yên Herêma Kurdistanê û İraqê bi armanca parastina îstîkrara devere, giranbua hate zanîn.
Serok Bafil Celal Talebanî di axavta xwe de serinc kişand bihêztirkirina saziyên ewlehiyê û berencamên hemahengiya serbazî û îstîxbaratiyê û got: “Hewlên me yên raboriyê bi armanca parastina jiyana xelkê, encamên erenî û dilxweşker hebû e. Di siberojê jî de bi heman têgîhîştin û siyasetekî niştimanî dijî terorê rabiwestin û metirsiyan dûr bixin”.
Serok YNKê, spasî Desteya Heşdî Şeibî jî kir jiber pêşkêşkirina hevkariyê ji bo qurbaniyên erdeheja Sûriyê û bihewarçûna wan.
Puknow
MMS

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî