YNK di xema berdewambûna diyaloga niştimanî û berpirsyarane ya nêvbera aliyan de ye

  2023-02-14 12:37      50 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serokê YNKê û Sekreterê Giştî yê Tevgera Esaîb Ehlî Heq hevditinek pêk anîn

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, duhî (13-02-2023), li Bexdadê, ligel Sekreterê Giştî yê Tevgera Esaîb Ehlî Heq hevdîtinek pêk anî. 
Di hevdîtinê de pêşkevtinên dawîn û guherînên siyasî hatin nirxandin û teqez li ser berdewamiya hewlên niştimanî hate kirin ji bo serxistina programa hikûmetê û cîbicîkirina rêkevtinnameya aliyan di çarçoveya Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê de ku armanc jê rizgarbûne ji astengiyan û zalbûne bi ser arîşeyan ve.
Bafil Celal Talebanî, xemgîniya YNKê ji bo diyaloga niştimanî û berpirsyarane ya nêvbera aliyan anî zimen bi taybetî arîşeyên peywendîdar bi Herêma Kurdistanê û Bexdadê û gîhîştin bi çareseriyekî bingehîn û parastina mafên destûrî yên hemû aliyekî. 
Puknow
MMS
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî