Dawîanîn bi tevlihevî û destpêkirina qonaxekî nû a siyasî giranbuha hate nirxand in

  2023-02-03 16:45      73 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî û nûnera taybet ya NY Jeanine Hennis-Plasschaert civiyan

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û nûnera taybet ya Neteweyên Yekgirtî (NY) a li İraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, duhî (02-02-2023), li Bexdadê civiyan. 

Di civînê de gotûbêj li ser guherînên dawîn yên siyasî, arîşeyên nêvxwe yên Herêma Kurdistanê û hilbijartinê, nakokiyên nêvbera Hewlêr û Bexdadê hate kirin. Dawîanîn bi tevlihevî û destpêkirina qonaxekî nû a siyasî giranbuha hate nirxand in. 
Serok Bafil, teqez kir ku YNK û piraniya aliyên din yên siyasî ligel lidarxistina hilbijartinên giştî yên Herêma Kurdistanê ne di dema xwe ya diyarkirî de û got: “Lê divê yasaya hilbijartinê bê serarastkirin, tomara dengderan bê paqijkirin û pêkhate nûnerên xwe hilbijêrin û wek karta givaşê neyên bikaranîn. Cîbicîkirina wan xalan jî girêdayî birêveçûna hilbijartinekî zelal di dema xwe ya diyarkirî de”.
Serokê YNKê di beşekî din axavta xwe de teqez li ser piştgirîkirina hewlên niştimanî kir ji bo serxistina hikûmeta nû û cîbicîkirina programên wê bi armanca pêşkêşkirina xizmetguzariyê û bihêzkirina payeyên dewletdarî yê. 
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî