Pêwîste bi lez dawî li nakokiyên nêvbera Hewlêr û Bexdadê bê anîn
2023-02-02 14:57     86 Car hatiye dîtin      Şîrove
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî û Balyoza Amerîka ya li İraqê Alina L. Romanowski civiyan
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, îro (02-02-2023), li Bexdadê, pêşwaziya Balyoza Amerîka ya li Bexdadê Alina Romanowski kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û aborî ya İraqê hate nirxandin û çareserkirina pirsgirêkên nêvbera Hewlêr û Bexdadê bi giring hate zanîn.
Serok Bafil da axavta xwe de serinc kişand ser gavên YNKê bi armanca dawîanîn bi nakokiyên nêvbera Hewlêr û Bexdadê wek destpêka qonaxekî nû a siyasî û got: “Xelkê mê qurbaniyê sereke yê nakokiyane û pêwîste bi lez dawî li vê rewşê bê anîn. Divê rêkevtinekî bingehekîn bê kirin û çareseriya bingehîn ji bo arîşeyan bê danîn; ji bo vê jî hewceye destûr xala yekalîker be”.
Serokê YNKê, ronahî xist ser rewşa Herêma Kurdistan û jiyana hemwelatiyan û dazanîn ku armanca xwe pêk anîna jiyanekî aram û îstîkrare ji bo xelkê, ji bo vê jî hemû hewlekî didin û jiyana xelkê ji bo wan pêş hemû tiştekî ye.
Bafil Celal Talebanî derbarê lidarxistina hilbijartinên giştî yên Herêma Kurdistanê de teqez kir ku ew naxwazin hilbijartin bê talûqkirin, lê pêwîste yasaya hilbijartinê bê sererastkirin û tomara dengderan bê paqijkirin.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir