Fraksiyona YNKê çareserkirina pirsgirêkan di çarçoveya destûrê de giranbuha nirxand in
2023-01-30 19:49     104 Car hatiye dîtin      Şîrove
Qubad Talebanî ligel Fraksiyona YNKê a li Parlemana İraqê civiya
Serpereştê Ofîsa Sekreteriya Mam Celal Qubad Talebanî, îro (30/01/2023), li Bexdadê, ligel Fraksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) a li Parlemana İraqê civiya.
Di civînê de pêşkevtinên siyasî û çareserkirina bingehîn ji bo arîşeyên Hewlêr û Bexdadê di çarçoveya yasa û destûrê de giranbuha hate nirxand in.
Beşdarvanên civînê bi hûrgilî gotûbêj li ser karûbarên Fraksiyona YNKê û parvekirina serokatiyên lijneyên Parlemana İraqê kir in ku wek herdem di xizmeta komelên civakê de bin.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir