Divê kar ji bo zêdetir berfirehkirina azadiya raman û karê rojnamegeriyê bê kirin
2023-01-26 12:50     79 Car hatiye dîtin      Şîrove
“Medya di rêvebirina welêt û aşkerekirina rastiya bûyer û pêşkevtinan de beşekî giring û bandor e”
Xanima yekem a İraqê Şanaz Îbrahîm Ehmed, roja Çarşemê (25-01-2023), li Silêmanî, ligel rêveber û nûnerên saziyên medyayê yên hizbî û taybet civiya.
Şanaz Îbrahîm Ehmed di axavta xwe de bi diyalog û lihevtêgîhiştina li ser bûyer û pêşkevtinan ji bo gîhandina rastiyan di çarçoveya parastina etîk û karê rojnamevaniyê de ji aliyê medyakaran ve giranbuha zanî.
Xanima yekem a İraqê, medya di rêvebirina welêt û aşkerekirina rastiya bûyer û pêşkevtinan de bi beşekî giring û bandor zanî û got: “Divê em hemû bihevre kar ji bo zêdetir berfirehkirina azadiya raman û karê rojnamegeriyê bikin û rêgiriyê li êşandin û wan pirsgirêkan bigrin ku rastî medyakaran dibin”.
Rêveber û nûnerên dezgehên ragihandinê jî dan zanîn ku pêwîste bi rêya zagonên hevdem, karûbarên medyayê bi taybetî medyaya elektronîk li Herêma Kurdistanê bê rêkxsitin, daku dawî bi mijara girtin û zindanîkirina rojnamevanan bê anîn.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir