Parastina yekrîzî û lihevtêgîhiştin ji bo çareserkirina arîşeyan giring hate zanîn

  2023-01-23 21:43      49 Car hatiye dîtin        Şîrove
YNK û Tevgera Goran rewşa siyasî û aborî a Herêma Kurdistanê nirxand in

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, îro (23-01-2023), li Silêmanî, serdana Tevgera Goran kir û ji aliyê Rêkxerê Giştî Omer Seyîd Elî ve pêşwazî lê hate kirin. 
Di civinê de guherînên siyasî û aborî yên Herêma Kurdistanê hatin nirxand in û parastina yekrîzî û lihevtêgîhîştin ji bo çareserkirina arîşe û nehiştina astengiyan giranbuha hate zanîn 
Herdu aliyan, teqez li ser bihêzkirina peywendiyên nêvbera YNKê û Tevgera Goranê kirin.
Bilez avêtina gavan ji bo çareserkirina pirsgirêkan li Bexdadê di çarçoveya destûrê de û berdestkirina jiyanekî hêja ji bo xelkê jî bi pêwîst hate zanîn. 
Puknow
MMS
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî