“Siyaset bi înad û navzirandinê nayê kirin”

  2023-01-20 00:05      104 Car hatiye dîtin        Şîrove
“Kurdistan wê demê bihêztire ku bawerî di nêvbera hêzên siyasî de hebe”

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, ragihand; siyaset bi înad û navzirandin nayê kirin û berpirsyariya mezin beramber xak û xelkê li ser mil e.
Bafil Celal Talebanî di daxuyaniyek nivîskî de dide zaninin ku di dema raborî de jiber nakokiyên siyasî, Herêma Kurdistan ji rewşek aloz ya siyasî û aborî re derbaz bû û bandorekî nerênî li ser jiyan û debara xelkê me yê xweşdivî bicîh hişt. Ev yek xwasta YNKê nebû ye û qed ew xelkê me yê têkoşer û berxwedêr bi hêjayê bêhêvîbûn ji doxê û durustkirina dudiliyê di nêv wan de nezaniye. 
Serok Bafil Talebanî di berdewamiya peyama xwe de cîha daye van risteyan:
“Em bi armanca jiyana xelkê û parastina Herêma me, em dixwazin gavên dîplomasî û û avakar biavêjin û siyaset amrazek be ji bo pêşkêşkirina xizmetê bi xelkê, berovajî jihevqutbûn û dûrketinê. Aşkereye bijardeya me ya sereke yekgirtiyÎ û yekrîzî bû ye, em bi hemû awayekî dijî nakokî û dubarekî rawestiyan e”.
“YNK dixwaze ji bo debara xelkê û desteberkirina jiyanekî hêja, rewşê ber bi aramî û îstîkrarê ve bibe. Siyaset ji bo me ji xurtiya Kurd û serbilindiya xelkê wê pêk te; em ji vê rêreva dîrokî dernakevin  û emê berdewamiyê pê bidin”.
“Deriyê me ji bo hêz û aliyan vekiriye ku dixwaze bi ruhê Kurdayetiyê û dûr ji berjewendiyên biçûk kar ji bo çareseriya bingehîn  bike û bê cûdahî xizmeta hemwelatiyan bike”.
“Divê em hemû wê rastiyê bizanin, Kurdistan wê demê bihêztire ku bawerî di nêvbera hêzên siyasî de hebe û bi hevre ji bo Kurdistan û xelkê wê xebatê bikin”. 
“Pêwîste em hemû têbigihêjin, siyaset bi înad û navzirandinê nayê kirin û berpirsyariya mezin beramber xelk û xaka me di stuyê me de ye”. 
“Rewşa îro a Herêma Kurdistanê naxwestiye û siyaseta bi vî awayî ne di berjewendiya çi kesekî de ye. Xelk, hêzên siyasî û kesayetiyên siyasî, olî, civakî û rewşenbîr jî daxwaza çareserkirina arîşeyan û zalbûnê bi ser astengiyan ve dikin”. 
“Durustkirina tevlihevî û helaya medyayê qed nebûye sedem ji bo dilxweşkirina xelkê, berova amrazek bûye ji bo bêhêvîkirina wan ji tevaya hêzên siyasî û proseya hukumraniya welêt”.
Puknow
MMS 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî