Divê parlemantarên jin yên Kurd li ser pirsên neteweyî û daxwazên Kurd yekhelwest bin

  2022-12-05 17:40      70 Car hatiye dîtin        Şîrove
Xanima yekem a İraqê bi parlemanteran Kurd yên li Parlemantoya İraqê re civiya

Xanima yekem a İraqê Şanaz Îbrahîm Ehmed, îro (05-12-2022), li Bexdadê li Koşka Selam, bi amadebûna endama Civata Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Rabîhe Hemed, bi parlementarên Kurd yên ser bi fraksiyonên Kurd li Parlemantoya İraqê re civiya. 
Xanima yekem a İraqê di axavta xwe de rol û bandora jinan di hemû waran de bi taybetî di payeyên serekî yên deshilat û biryardanê de giranbuha nirxand.
Şanaz Îbrahîm Ehmed, got: “Hebûna hejmarek zêde parlemantar yên jin di fraksinên Kurd de cîhê dilxweşiyê ye”.
Xanima yekem a İraqê, daxwaz ji amadevanan kir ku beramber pirsên neteweyî û daxwazên Kurd û jinên Kurd, hemû yekhelwest bin. Parlemantarên jîn li parlemantoya İraqê çalak bin û hevtayê zilaman bin û ji bo vê armanjê jî piştevaniya xwe ya temam anî zimên.
Puknow
MMS

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî