Metirsî li ser serbxweyiya kerta neft û xaza xwezayî durust bûye
Malpera elektronîk “Iraq Oil Report” hevpeyvînek bi Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî re kiriye û nivîsandiye ku Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî di pêşxistina kerta xaza sirûştî ya Herêma Kurdistanê de xwedî pêgehekî taybete ku parêzgeha Silêmanî xwediyê kêlgeha enerjiyê ya herî dewlemende bi taybetî xaza xwezayî.
“Iraq Oil Report” derbarê Serokê YNKê de dibêje; Bafil Celal Talebanî karekterekî bîhêz yê siyasî ye. YNK û PDK hevrik û hevparên serekîne di hikumraniya Herêma Kurdistanê de.
Serok Bafil Celal Talebanî, li Bexdadê li Mala Mam, di hevpeyvînê de pirsyarên Malpera “Iraq Oil Report” bersivand û behsa xerabiya rewşa siyasî ya nêvxwe a Herêma Kurdistanê û bandora wê li ser pêşxistina kerta xaza sirûştî û gotûbêjên bi Bexdada rê yên li ser dosyeya petrolê kir.
Metirsî li ser serbxweyiya kerta neft û xaza xwezayî durust bûye
Serkê YNKê dibêje: “Xerapbûna peywendiyên YNKê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), hikûmeta Herêma Kurdistanê tûşî pirsgirêkan kiriye û metirsî li ser karîna berdewamiya serbikxweyiya birêvebirina kerta neft û xaza xwezayî durust kiriye”.
“Niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê gellekî hatiye siyasîkirin û di rastiyê de niha duîdareyî li Herêma Kurdistanê heye; çunkî hikûmet çaverê dike Silêmanî budceya xwe peyda bike”.
“Yek ji pilanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dijayetikirinbû li durustkirina boriya xaza sirûştî ya nû ku armanc jê gîhandina çavkaniya zêde bû bi santralên elektrîkê li herdû xaka jêr deshilata YNKê û PDK – Turkiye ku şiyan heye bê bikaranîn ji bo hesankariye li pêşiya hinartina siberojê ji bo Turkiyê. Lê, Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê, girêbest wek diyarî da bi Kompanyaya Kar Grûp Kurd – İraq ku nêzîkî PDKê ye; her jiber vê yekê YNKê rê li kompanyayê girt û bi vê yekê jî proje sekinand. Hêzên ewlehiyê yên YNKê jî rê neda ew kompanya dest bi ser xaza sirûştî ya navçeyê de bigre û projeya wan danî ser qeşa hiliyayî. Girêbest (peyman) bi bê tender (îhale) û rêkarên yasayî bi Grûpa Kar hatiye dayîn, ev binpêkariyên rû didin sivikatîkirine bi Xelkê Kurdistanê û İraqê, YNK dijî wê radiweste”.
Parêzgeha Besre hezar car dewlemendtire ji hemû Kurdistanê
“Em dixwazin di biryardanên stratêjî yên derbarê kerta enerjiyê de beşdar bin; lê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) biryar daye bibê aliyên siyasî û hevparên xwe, bi tena serê xwe di vê proseyê de bi Bexdadê re kar bike. Ez wê yekê fêm nakim, PDK çima amade nabe kar bi Bexdadê re bike? Lewra, ligor min bi aweyekî bingehîn û rast kar nake; em nikarin ji Bexdadê dûr bin û li ser vê rewşê berdewam bin, Bexdad yek ji hilbijardeya ye. Besre hezar car dewlemendtire ji hemû Kurdistanê”.
Êdî dem ji bo reform, proje û çaksaziyê nemaye
“Kabîneya Mesrûr Barzanî gellekî cûdaye ji kabîneyên din; ev kabîne gellekî hatiye bisiyasîkirin bi cûrekî yek wezîran ji min re got: “Ez rêveberê giştî bûm, min gellekî dixwast bibim wezîr; lê niha ez poşman im, ev kabîne bisiyasî û merkezî hatiye kirin”.
“Ligor min, êdî dem ji bo reform, proje û çaksaziyê nemaye; hikûmetê çar salên xwe derbaz kir û ya heye hikûmeta karbirêker e”.
Rewşa niha ya heyî duîdareyî ye
Di rastî de rewşa em jê derbaz dibin di rastiyê de dûîdareyiye û wiha diyare ku dîwarek di nêvbera mê û Serokwezîr de hebe; bi cûrekî ku em dixwazin wezîrekî yan rêveberekî biguherînin, lê nakin. Wezîrek destjikar dikşîne em nikarin cîhê wî pir bikin. Herwiha cûdahiyek zêde di nêvbera Hewlêr û Silêmanî de têkirin di proje, xizmetguzarî, miaş, budce, pareyê derman, pêşmerge û kompanyayan de”.
Divê dahatên Herêma Kurdistanê zelal be
Jiber deriyê gumrikê yê Munziriyeyê, deriyên gumrikê Başmax û Perwêzxan gellekî zererê dikin, hemû bazirganiyên mezin li wir tênkirin; lê li deriyê gumrikê Hacî Omeran bi rêkevtinekê ligel Îranê, kirine deriyê sereke yê Îranê ji bo Herêma Kurdistanê. Di nêv hikûmetê jî de hin kes hene rêgiriyê li bazirganan dikin ku dixwazin ji Başmax û Perwêzxanê ve bazirganiyê bikin. Lê PDK xwedî deriyên gumrikê Hacî Omeran û Îbrahîm Xelîle ku deriyê herî mezine ligel Turkiyê ji bo İraqê, tenê ne ji bo Herêma Kurdistanê. Herwiha çend deriyên din jî hene ku çi kesek derbarê wan de tiştekî nizane. Herwiha deriyê gumrikê di nêvbera Herêma Kurdistan û Sûriyê de heye derbarê wê jî de tiştek nayê zanîn, em nizanin çi tê û çi diçe. Palîngeh (rafînerî) jî heye, dahatê wê diyar nîne wek Eyn Zale ku berdewam kar dike û em nizanin ji bo ku diçe?
PDK dijî rêkevtinê stratejî kar dike
Paş wefata Serok Mam Celal, li cem PDKê rêkevtinnameya stratejî bidawî bûye û li dijî we kar dike; mînak hikûmet bi qestî pareyê xwendkaran nade, ev ne jiber nebûna dahatêye, berova ji bo wê yekêye ku li Silêmanî xwepîşandan rû bidin”.
Budceya dijeterorê bi nayasayî hatiye birîn
“Dijeteror ku hêza taybet ya herî baş û profesyonele, sibehekê em radibin dibînin ku bi biryarekî nayasayî budceya wan hatiye birîn. Di demekê de ew hêj operasyonên xwe didomînin û heftiyane gurzê li DAIŞê didin. Bi vî awayî fişarê li ser YNKê durust dikin”.
“Dosyeya Ejî Emin pîşanî da ku YNK çiqasî behnfirer û liserxweye û nayê kişandin ji bo nêv ew karê bê aqiliyê”.
Puknow
MMS