Berjewendiyên niştimanî, bihevreyî û hevpariya rastîn bingeha karkirin û bihêzkirina payeyên hikumraniyê ye

  2022-11-28 02:39      28 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serok Bafil Celal Talebanî, Qeys Xezeli, Musena Samerayî û Reyan Kildanî civiyan

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, Sekreterê Giştî yê Tevgera Esaîb Ehlî Heq Qeys Xezelî, Serokê Hevpeymaniya Ezim Musena Samerayî û Sekreterê Giştî yê Tevgera Babîlonê Reyan Kildanî, roja Yekşemê (27-11-2022), li Bexdadê li Mala Mam civiyan. 
Di civînê de pêşkevtin û guherîn vê dawiyê yên welêt, erk û berpirsyariya aliyên siyasî ji bo serxistin û cîbicîkirina karnameya hikûmeta nû hat nirxandin. 
Hemahengî û hevkariya berdewam ya nêvbera hêzên niştimanî giranbuha hat nirxandin ji bo cîbicîkirina erkên destûrî û niştimanî û parastina mafên hemû gelên İraqê. 
Aliyên civînê di çarçoveya liberçavgirtina rewşa siyasî, aborî û ewlehî ya İraqê de daxwaz kirin ku berjewendiyên niştimanî, bihevreyî û hevpariya rastîn bi bingeha karkirin û bihêzkirina payeyên hikumraniyê bê danîn. Piştgiriya aliyan ji bo serxistina bernameya hikûmetê û proseya çaksaziyê bi fakterekî giring hat zanîn ji bo îstîkrara welêt. 
Daxwaz hatkirin, çareseriyek bingehîn ji bo nakokiyên nêvbera Herêma Kurdistan û İraqê bê ditîn û destûr bi bingeh bê danîn ji bo çareseriya arîşeyan û rêkevtinê li ser wan xalên nakokî li ser in. 
Serok Bafil Celal Talebanî di axavta xwe de teqez li ser xwasta Herêma Kurdistanê û Xelkê Kurdistanê ji bo gîhîştin bi rêkevtinê û çareserkirina pirsgirêkan kir û got: “Armanca me parastina hevsengî û bidestxistina mafên Gelê Kurd e di çarçoveya İraqa Federal de. Em dixwazin tebayî û bihevrejiyanê bikin bingeha kar û xebatê û em hemû ji bo îstîkrar û xweşguzeraniya hemwelatiyan hewl bidin. Em dilniyane dikarin ligel bira û dostên xwe welêt ber bi aştî, îstîkrar û yaksaniyê ve araste bikin û di astê ew berpirsyariya dîrokî de bin”.
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî