Nabe kurdên çi parçeyekî, li parçeyekî din di nakokiyên nêvbera aliyan de bê bikaranîn

  2022-11-27 20:28      1415 Car hatiye dîtin        Şîrove
Emîn Babe Şêx û Serokê Tevgera Azadî a Kurdistanê civiya

Endamê Polîtburoyê û Berpirsê Ofîsa Peywendiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Emîn Babe Şêx, îro (27-11-2022), li Silêmanî, pêşwazî li Serokê Tevgera Azadiya Kurdistanê Siyamend Haco kir. 
Di civînê de Emîn Babe Şêx bi wefda mêvan ragihand ku rewşa tevgera azadîxwaz a Gelê Kurd li Rojava giranbuha dinirxînin û hêvîdarin zimanê gotûbej û lihevtêgîhiştin li ew parçeya Kurdistanê bê pêşxistin û hemû bihevre kar ji bo bihêzkirina bingeha karê bihevreyî bikin, daku bikaribin di astê wan gef û êrişan de ku li ser deverê hene yekdeng û yekhelwest bin.
Berpirsê Ofîsa Peywendiyên YNKê, got: “YNK bi berdewamî xwastiye hevkar be ji bo her pêngavekî erênî ku di berjewendiya gelê me de be di wê beşê Kurdistanê de. Hemû hêviyên me parêzvanîkirine li wê statuyê ku bi rêkevtin û hemahengiya aliyan û pêkhateyan pêk tê”.
Emîn Babe Şêx bibîr xist; çawa ku ji destpêka bûyerên Sûriyê û Rojava ve, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan di warê mirovî de deriyê xwe vekirî hiştiye ji bo alîkarî û gîhiştin bi hawara penaber û lêqewmiyan, bi heman awayî di vê qonaxê û rewşê de helwestê me bi heman awayî ye û got: “Bi çi cûrekî em ne bi wê yekê re ne ku kurdên çi parçeyekî, li parçeyekî din di nakokiyên nêvbera aliyan de bê bikaranîn”.
Serokê Tevgera Azadiya Kurdistanê  Siyamend Haco di axavta xwe de serinc kişand li ser wê yekê ku ji destpêka damezrandinê ve tevgera wan kar ji bo xebata bihevreyiyê kiriye li Rojavayê Kurdistanê  û berjewendiyên Gelê Kurd li pêş hemû berjewendiyan danîne û herdem baweriya wan bi wê bûye ku danûstana “Kurd û Kurd” armanca wan ya pêşiyê û giring bûye ji bo ronahîkirina wê siberoja tarîk ku berê xwe daye Rojava yê.
Serokê Tevgera Azadiya Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê, got: “Parvebûna siyasî li Rojavayê Kurdistanê pirsgirêkeke û pêwîstî bi çareserkirina bingehîn heye. Eger pêngava ciddî neyê avêtin, emê hemû zererê bibînin; jiber vê jî tevgera me hemû hewlên xwe bi armanca parastina yekrîziya Rojavayê Kurdistanê xistiye ger”.
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî