Divê destûr bingeha çareserkirina arîşeyan be û hevpariya rasteqînê bê peyrewkirin
2022-11-26 21:28     193 Car hatiye dîtin      Şîrove
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî û Serokwezîrê İraqê Şiya Sûdanî civiyan
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û Serokwezîrê İraqê Şiya Sûdanî, îro (26-11-2022), li Bexdadê civiyan.
Di civînê de pêşkevtinên dawî yên siyasî, aborî û ewlehî hatin nirxandin û teqez li ser hemahengî û yekxistina hewlan hatkirin ji bo serxistina bernameya hikûmetê ku pêşkêşkirina xizmetguzarî, çespandina yasa û bihêzkirina payeyên dewletdariyê li xwe digre.
Serok Bafil Celal Talebanî, serinc kişand ser cîbicîkirina wan xalên niştimanî ku di programa hikûmetê de cîh digrin û got: “Divê rêz li rêkevtinên siyasî yên nêvbera Kurd û aliyên siyasî yên İraqê bê girtin, destûr bi bingeha çareserkirina arîşeyan bê danîn û hevpariya rasteqînê bê peyrewkirin. Ev jî fakterekî giring ya pêkanîna îstîkrara siyasî, ewlehî û civakiye di welêt de”.
Derbarê pêşkêşkirina xizmetguzarî û guherînên birêvebirina welet de Seroke YNKê wiha axivî: “Erkê hikûmeta nûye bi awayê yeksanî û dadperweriyê xizmeta hemuyan bike, nakokiyên siyasî têkel bi hikumranî û mafên hemwelatiyan neyê kirin. Ji bo pêkanîna vê armancê jî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan dê piştgiriyê bike”.
Pirsa hemahengî û alîkariya nêvbera hêzên Herêma Kurdistan û İraqê, parastina aramî û asayîşa sînoran mijarekî din ya gotûbêjan bû û biryarên pêwîst derbarê wê mijarê de hat dayîn.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir