Hemû organên YNKê dê pêbend bin bi yasayên berkar û polîtîkaya YNKê taybet bi pirsa yeksaniya cenderî

  2022-11-25 18:03      43 Car hatiye dîtin        Şîrove
Peyama Serok Bafil Celal Talebanî ji bo rûbirûbûna tûndûtîjiya dijî jinan

Helmeta 16 rojî ya rûbirûbûna tûndûtîjiya dijî jinan gavekî giringe ji bo rêzgirtin li xebata jinan û hewlên wan yên bi armanca parastina jinan, yeksaniya cênderî û nehiştina çewsandi û cûdakariya civakî. 
Dixwazim di vê bûneyê de xemgîniyên xwe beramber binpêkirina mafên we û wan tûndûtîjiyan nîşan bidim ku beramber we têkirin bi bê çi bahaneyekî sînorê kesayetiyên wê tê derbazkirin û azadiyên we tên bertengkirin. 
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) berdewam dibe li ser heman nerîna azadîxwaz û hemdem ya Serok Mam Celal ya beramber jinan û dê destek û piştgiriya xwê bidomîn e. Lewra, em hemû organ û deshilata rêkxistinên xwe dixin xizmeta ev armanca bilind û biryarê didin: 
1-Pewîste tev organên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) hevkar û hemaheng bin ji bo pêkanîna mafên jinan û rekxsandin yeksaniya cenderî di hemû saziyan de. 
2-Jin hêza berdewam û berxwedêr yê YNKê ne û pêşengê xebata medenî û demokrasiyê ne; jiber vê me biryar da ji niha û pêve derfetên zêdetir bi keç û jinan bê dayîn di karên rêkxistiniyê de beşdariyekî çalaktir di serkirdayetiyî û hemû organên din yên YNKê de hebe.
3-Hemû organên YNKê dê bi yasayên berkar û raspardeya nerîna YNKê taybet bi pirsa yeksaniya cenderî pêbend bin; dê hevkar û piştivanê bêmerc bin ji bo pêkhatina yeksanî û dadperweriya civakî di Civaka Kurd de. Dê rûbirû hemû astengiyên pêşiya pêkanîna vê armanca bilind jî bin. 
4-Her heval, kadro û endamekî YNKê di çi pile û berpirsyariyekê de be, tûndûtîjiyê beramber keç û jinên civaka me bikin û dest bibe ser maf û azadiyên kesayetî, dê rûbirû yasayê bêkirin û lêpirsîna dijwar ya hizbî ligel bêkirin. 
Hûn jin û keçên jîr û azadîxwaz berbi armancên bilind pêngavê biavêjin û wek Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) emê piştgiriya we bikin. Emê rûbirû hemû wan cûdakirî û hizran bibin ku dibin astengî li pêşiya ev xebata sivîl û demokrasî yê. 
                                                                  Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê 
                                                                                  Bafil Celal Talebanî
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî