Aliyên siyasî pêngavên praktîk yên bilez ji bo çareserkirina arîşeyan giranbuha dinirxînin

  2022-11-24 21:07      70 Car hatiye dîtin        Şîrove
Naveroka civîna bilind ya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê

Civîna bilind a aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, îro (24-11-2022), li havîngeha Dûkan li Mala Mam, li ser vexwandina Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî di çarçoveya diyaloga niştimanî de bi armanca yekrîzî û çareserkirina pirsgirêkên nêvbera Herêma Kurdistan û İraqê hat lidarxistin. 
Dawîn guherîn û pêşhatên siyasî, aborî û ewlehî yên Herêma Kurdistan, İraq û Rojhilata Navînê, mijarên sereke yên gotûbêjên aliyên siyasî bû.
Di civînê de teqez li ser bihêzkirina peywendiyên nêvbera hêz û aliyên siyasî yên Kurd hatkirin; bi pêwîst hat zanîn pêngavên praktîk yên bilez ji bo çareserkirina arîşeyan bên avêtin. Aliyên beşdar, hevra bûn li ser rêxweşkirinê ji bo berfirehkirin û berdewamiya civînên aliyên siyasî yên Kurdistanê û pêşxistina peywendiyan, yekxistina hêz û karînan dûr ji hizra hizbî bi armanca çareserkirina wan arîşeyan ku rûbirû realîteya Herêma Kurdistan û İraqê bûne ku armanc jê zalbûne bi ser astengiyan ve.
Di beşekî din civînê de tev aliyan teqez li ser domandina diyaloga aliyên siyasî kirin ji bo gîhîştin bi projeyekî hevpar ya Kurdistanî a yekrîziya niştimanî. 
Di civînê de rewşa xerap û neguncaw ya jiyan û debara xelkê bi hûrgilî hat nirxandin û hat diyarkirin ku jiyan û rewşa xelkê gîhîştiye wê astê ku hemû aliyên siyasî pêngavê biavêjin û hevkar bin ji bo çareserkirina pirsgirêkan û baştirkirina jiyana hemwelatiyan û rewşa Herêma Kurdistan di warê aborî, siyasî û ewlehiyê de. Kar ji bo durustkirina encumenekî bilind li Herêma Kurdistanê bê kirin bi beşdariya tev aliyan ji bo biryardan û dîtina çareseriyê ji bo tev pirsgirêkan û ew arîşeyên rehende wan ya neteweyî û niştimanî hen e. Ev pêngav jî bi faktera parastina yekrîzî, parastina ezmûna Herêma Kurdistanê, pêkanîna xweşguzeraniya zêdetir ji bo civakê, bihêzkirin û parastina statuya Herêma Kurdistanê hatzanîn. 
Di civînê de rijdî li ser aramî, îstîkrara ewlehî, serweriya yasa û saziyên dewletdariyê, têkoşîna dijî gendeliyê, rêgirtin li bihebadana samanê giştî û serxistina proseya çaksaziya rastîn hatkirin. 
Biryar jî hat dayîn ku civînên bi vî awayî bi armanca tebayî, yekhelwestî û yekrîziya Kurdistanî berdewam be. 
Puknow
MMS

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî