YNK kesên yekem yên tev hêz û aliyên siyasî ji bo pirsên niştîmanî vexwandiye

  2022-11-23 16:23      51 Car hatiye dîtin        Şîrove
YNK dixwaze li ser pirsên niştimanî kodengiya tev hêz û aliyên siyasî hebe

Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi fermî kesê yekem yên  hemû hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê vedixwîne ji bo civînekê ku biryare sibe li havîngeha Dukanê bê lidarxistin û têde rewşa Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistan û Bexdadê bên nirxandin.
Berpirsê Dosyeya Peywendiyên Kurdistanî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Salar Serhed bi malpera resmî a YNKê PUKMEDÎA ragihand ku bi amadebûna Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî, YNK kesên yekem yên tev partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo civînê vexwandiye.
Salar Serhed, aşkere kiriye ku rewşa Herêma Kurdistanê, pirsgirêkên çaresernekirî yên nêvbera Herêma Kurdistan û İraqê dê mijarên sereke yê civînê bin ku YNK dixwaze kodengiye aliyên Herêma Kurdistanê li ser çareserkirina arişeyan di çarçoveya destûr û berjewendiya giştî de durust bike.
Salar Serhed, got: “YNKê kesên yekem yên tev hêz û aliyên siyasî bi bêliberçavgirtina hejmara kursî û li ser bingeha yekdengiya hevpar ji bo pirsên niştîmanî vexwandî ye”.
“Ev cîvîna Serokê YNKê ligel kesên yekem yên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li ser bingeha xemxweriyê ye ji bo bi temamî çareserkirina pirsgirêkan. Ev jî ew siyaseta duruste ku pêwîstiya Herêma Kurdistan û İraqê pê heye û heman ew polîtikaye ku Serok Mam Celal kevirê temelê wê danî ye”.
Ofîsa Peywendiyan a YNKê vexwandinnameya civînê ji bo kesên yekem yên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re şandiye û biryare, sibe (24-11-2022), demjimêr 11:00 ê, li havîngeha Dukanê bê lidarxistin.
Puknow
MMS 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî