"Bûyera Duhokê xemgîniyek mezin xist dilê me"
2022-11-22 15:41     60 Car hatiye dîtin      Şîrove
Peyama Serokê YNKê ji bo bûyera dilsoj ya Duhok ê
Serok Bafil Celal Talebanî bi peyamekê xemgîniya xwe û partiya xwe ji bo bûyera Duhokê ragihand ku şeva borî tankera gazê teqiya û di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dan û 32 kes jî birîndar bûn e.
Teksta peyam ê:
Bûyera dilsoj ya Duhokê û canjidestan û birîndarbûna hejmarek xwendkar, karker, polîs û efserê hêzên nêvxwe, xemgîniyek mezin xist dilê me.
Em hevparê xema mezin yê kesûkarên qurbaniyanin û dilê me ligel xelkê xweşdivî yê Duhoka azîz e.
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ji bo hemû karekî pêwîst bi armanca parastina jiyan û selametiya birîndaran amade ye û emê hemaheng bin.
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
Bafil Celal Talebanî
Puknow
MMS
Babetên zêdetir