YNKê biryar daye kontrolxwaziya tekalî bisekinîne û rewşa heyî qebûl nake

  2022-11-16 16:16      45 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serok Bafil Celal Talebanî ligel kadro û endamên malbendên YNKê yên Silêmanî û Germiyanê civiya

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, îro (16-11-2022), li Qeleçolan ligel kadro û endamên malbendên YNKê yên Silêmanî û Germiyanê civiya.
YNK di proseya siyasî İraqê de serkevtina mezin bidest xistiye
Serok Bafil Celal Talebanî, gotarek berfireh û piralî li ser rewşa Herêma Kurdistan, İraq, Rojhilata Navîn û YNKê pêşkêş kir û serinc kişand li ser hewl û pêngavên YNKê ku ligel astengî û rêgiriyan kariye di proseya siyasî İraqê de serkevtina mezin bidest bixe. Herwiha, kariye postê serokkomariyê  ji bo Kurd û YNKê bihêle û polîtîkayekê bike ku bibe hevîna biheztirkirina pêgeha Kurd û got: “Me biryar daye, li Bexdadê bi bandortir tevbigerin wek çepera pêş ji bo xebata demokrasî û neteweyî a Gelê me”.
YNKê biryar daye kontrolxwaziya tekalî bisekinî ne
Derbarê Herêma Kurdistan û rewşa siyasî a Herêma Kurdistanê de Serokê YNKê, wiha axivî: “YNKê bi berdewamî di çarçoveya siyaseta hekîmane a Serok Mam celal de stratejiya xwe araste kiriye û dike. Beramber hemû egeran, diyalog û destegul hilbijartiye; lê, mixabin giringî bi vî xwasta me ya niştimanî nehat dan û dawî li behnfirehiya me ya derbarê tekrewiya hikumranî, cûudakirî li ser îdarekirin û parvekirina dahatê Herêma Kurdistanê de hat. Jiber vê jî me biryar daye kontrolxwaziya tekalî bisekinînin û êdî em qebûl nakin rewş bi vî awayî berdewam be. Çunkî, divê rêreva çewt a hikumraniyê bê rastkirin û hikûmet hikûmeta hemû xelk, bajar û bajarokan be. Ji vê armancê jî ligel dilsozên gelê me, emê vê armanca bilind pêk bînin”.
YNK herdem xwedî baweriya nûbûn û xwerêkxistinê bû ye
Serok Bafil Celal Talebanî di beşekî din axavta xwe de ronahî xist li ser erk, xebat û têkoşîna îro ya endam û kadroyên rêkxistinên YNKê û daxuyand ku YNK wek hêzekî girseyî piralî, herdem xwedî baweriya nûbûn û xwerêkxistinê bûye li ser bingeha hevaltî, YNKyî bûn û yekîtiya nêv YNKê û got: “Bi vê armancê me pêngavên baş avêtiye û eger li cîhekî kêmûkurî hebû be, bêguman emê çareser bikin û emê bikin bingeha coşdana karê rêkxistiniya xwe. Lewra her kadro û endamekî YNKê têbînî an rekxneyekî hebe, emê erênî binirxînin; lê, nabe gilî bibin sedema sarbûn û dûrketinê, çunkî YNKya Mam yê xelk û hevalên wê ne û em bi we û dilsoziya we dikarin geşe bi xwe bidin û karûbarên xwe baştir rêkbixin”. Serokê YNKê bi vê nerîngehê daxwaz ji amadevanan kir bi giyanê hevaltî û moralekî polayî a YNKyiye xebata xwe bidomînin; hevkar û hemahengê yekûdu bin ji bo bihêzkirin û pêşxistina rîzên YNKê.
Divê kadroyên YNKê li eniya pêş berevaniyê li mafên hemwelatiyan bikin
Di dawiya civînê de gotûbêjên vekirî li ser gellek mijaran hatkirin û Serok Bafil Celal Talebanî bi amadevanan raspart ku biçin nêv hemwelatiyan û organên YNKê bikin bi mala komelên xelkê û got: “Divê kadroyên YNKê li eniya pêş yê berevaniyê cîh bigrin ji bo parastina mafên hemwelatiyan û bi rûhekî YNKyiyê xebata xwe bidomînin û di astê berpirsyariyê qonaxê de bin”.
Di civînê de biryarderê Destaeya Kargêrî a Polîtburoyê Refet Ebdulla, endama Desteya Kargêrî a Polîburoyê Şanaz Îbrahîm Ehmed, berpirsê Ofîsa Rêkxistina YNKê Serkewt Zekî, berpirsê Malbenda Rêkxistina Silêmanî Ceza Seyîd Mecîd û berpirsê Malbenda Rêkxistina Germiyanê miqedem Şêx Behadîn jî amade bûn.  
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî