YNK ligel rastkirina rêreva hikumraniya Kurdistanê û nemîna tekrewî û monopoliya hikumdariyê ye

  2022-11-08 20:43      66 Car hatiye dîtin        Şîrove
Civata Serkirdayetiya YNKê civîna xwe a asayî lidarxist

Civata Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), îro (08-11-2022), li Silêmanî, bi serokatiya Serok Bafil Celal Talebanî, civina xwe a asayî lidarxist. 
Di civînê de gotûbêj li ser helwestên neguher yên YNKê paş pêkanîna hersê serokatiyên hikumraniyê li ser proseya siyasî a İraqê û heqên neteweyî û demokratîk yên Gelê Kurdistanê hatkirin.
Serok Bafil Celal Talebanî di axavta de destxweşî li yekdestî û yekîradeyiya Serkirdayetiya YNKê kir ku bûye hevîna serxistina programa Tîma YNKê li Bexdadê û bicîhkirina daxwazên Kurd bi taybetî ku cîhdestê YNKê bi karnameya hikûmeta dewletmedar Mihemed Şiya Sûdanî ve diyar e. 
Bexdad çeperê yekem yê parastina İraqa demokratîk, federal û rêkevtinê ye...
Serokê YNKê teqez kir; siyaseta YNK siyasetekî duruste jiber ku Bexdad çeperê yekem yê parastina İraqa demokratîk, federal û rêkevtinê ye, her ew jî bingeha proseya siyasî a İraqê ye û got: “Her ew îradeya YNKê ye û dilniya bin emê wê îradeyê biser bixin”.
YNK ligel rastkirina rêreva hikumraniya Kurdistanê ye...
Di civînê de rewşa siyasî a Kurdistanê jî hat nirxandin ku YNK ligel rastkirina rêreva hikumraniya Kurdistanêye bi cûrekî tekrewî û monopoliya hikumdariyê nemîne û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hemû Xelkê Kurdistanê, tev bajar û navçeyan be, cûdakarî û cihêkarî neyê kirin. Jiber vê jî YNK biryara rawestandina ew xeta hikumraniyê daye ku ziyanê digihîne Gelê Kurd, herwiha peywendiyên nêvbera YNKê û PDKê. 
Civata Serkirdayetiyê civînên wefda YNKê yên bi aliyên siyasî re jî nirxand ku armanc jê berçevzelalî û şêwiriya hewce bû ligel hevparên siyasî yên YNKê, daku ji helwesta durust û niştimanî a YNKê haydar bin. 
Civata Serkirdayetiya YNKê, gotûbêj li ser karûbarên nêvxwe yên partî û organên xwe jî kir. 
Puknow
MMS 

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî