Pêwîste hêz û aliyên siyasî nakokiyên xwe li aliyekî bihêlin û hewlan yekbixin

  2022-10-21 17:17      146 Car hatiye dîtin        Şîrove
Endamê Encumena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê Mela Bextiyar û Serokkomarê İraqê Dr. Letîf Reşîd

Serokkomarê İraqê di çarçoveya serdanên xwe de îro (21-10-2022), li Silêmanî, ligel jimareyek kesayetiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya û bi endamê Encumena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar re hevdîtinek pêk anî. 
Di hevdîtinê de Serokkomar Dr. Letîf Reşîd, bi hûrgilî ronahî xist li ser rewşa İraq û Herêma Kurdistanê û ragihand; rêya herî baş ya çareseriye vegere ji bo gotûbêjên niştimanî û ji bo vê jî pêwîste hêz û aliyên siyasî nakokiyên xwe li aliyekî bihêlin û piştivaniya wan hewlên ku tê dayîn bikin ji bo vegerandina aramiyê li welêt. 
Mela Bextiyar di axavta xwe de hilbijartina Dr. Letîf ji bo serokatiya İraqê bi erkekî dîrokî binav kir û teqez kir ku çareserkirina pirsgirêkên hêzên siyasî yên Kurdistanê bingeha serkevtinêye li Bexdad ê. 
Serokkomerê İraqê bi cûda serdana têkoşerê dêrîn û siyasetmedar Mulazim Omer û Mela Yasîn jî kir. Di axavtinên xwe de serinc kişand li ser guherînên dawîn yên siyasî û ragihand ku pêwîste hemû hewl bên yekxistin ji bo pêşxistina proseya siyasî. 

Puknow
MMS

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî