Nabe carekî din berjewendiyên xelkê, pirsên neteweyî û niştimanî tekel bi hevrikiyên siyasî bê kirin
2022-10-18 01:02     78 Car hatiye dîtin      Şîrove
Nûnera Sekreterê NY Cenîn Plasxart, Serokkomarê İraqê Dr. Letîf Reşîd û Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, Serokkomarê İraqê Dr. Letîf Reşîd û nûnera taybet ya Sekreterê Neteweyên Yekgirtî (NY) Cênîn Plasxart, duhî (17-10-2022), li İraqê li Mala Mam civiyan.
Di civînê de rewşa giştî ya welêt, bilez pêkanîna hikûmeta nû, pêşkêşkirina xizmetguzariya zêdetir û rizgarbûn ji rewşa siyasî ya çeqîmayî ku İraq jê derbaz dibe, hatin nirxandin.
Hersê aliyan, gotûbêj li ser diyaloga niştimanî kirin ji bo temamkirina rêkarên yasayî û destûrî û durustkirina hikûmetekî bihêz û xizmetguzar kirin ku bersiva xwastên hemû aliyan be û bibe hevîna îstîkrara siyasî, aborî, civakî û parêzvanê mafê hemû gelên İraqê be.
Di civînê de hersê aliyan, xemxweriya xwe ji bo bihêzkirina payeyên dewletdarî, çespandina deshilata dadwerî û durustkirina atmosferekî guncaw ji bo têkoşîna dijî gendeliyê û rêgirtin liber bihebadana samanê giştî, anîn zimên. Hat daxwazkirin ku saziyên destûrî bê cûdakariyê xizmeta hemû aliyekî bikin û kar ji bo çareserkirina pirsên nêvbera Herêma Kurdistan û Bexdadê bikin.
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, teqez li ser di çarçoveyê destûrê de çareserkirina pirsgirêkên nêvbera Herêma Kurdistanê û Bexdadê kir û ragihand; nabe carekî din berjewendiyên xelkê, pirsên neteweyî û niştimanî tekel bi hevrikiyên siyasî bê kirin. Pêwîste, rêça Serok Mam Celal bigrin ber, gotûbêj û diyalog bikin bingeha çareserkirina pirsgirêkan.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir